Dîroknivîsê Kurd Ebdulfetah Botanî koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û dîroknasê navdar ê Kurd, Serokê berê yê Akademiya Kurdî û yek ji damezrênerên Zanîngeha Dihokê Ebdulfetah Botanî îro li bajarê Mûsilê koça dawiyê kir.

Nivîskar û dîroknasê Kurd, Serokê berê yê Akademiya Kurdî û yek ji damezrênerên Zanîngeha Dihokê Ebdulfetah Botanî îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê li bajarê Mûsilê koça dawiyê kir.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê, Ebdulfetah Botanî bo tevlîbûna di şînekê de serdana bajarê Mûsilê kiribû û li wê derê koça dawiyê kir.

Botanî ji bilî ku xwediyê hejmareke zêde ya berhem, nivîs û belavokan bû, yek ji damezrênerên Zanîngeha Dihokê bû.