Bi fermana Mesrûr Barzanî 33 koçberên Kurd ji Lîbyayê tên vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 33 koçberên ku 8 mehan di zindanên Lîbyayê de di bin şert û mercên giran de mabûn, heftiya bê vedigerin Kurdistanê.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro 2ê Îlona 2026’an di daxuyaniyekê de ragihand, piştî agahiyên derbarê windabûna çend welatiyan li welatê Lîbyayê gihîştin wan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezareta Navxwe û Fermandariya Têkiliyên Derve erkdar kirin ku tavilê bikevin tevgerê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî hewildanên dîplomatîk û yasayî, hemû karûbarên 33 koçberên Kurd bidawî bûne. Ev welatî hefteya bê dê bigihîjin Herêma Kurdistanê. Ev koçber nêzî 8 mehan di girtîgehên Lîbyayê de mabûn û li wir rûbirûyî rewşeke gelekî dijwar û metirsiya mirinê bibûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din hişyarî da ciwanan û malbatên wan ku rêyên qaçax û neyasayî ber bi Ewropayê ve negirin. Ev celebê koçberiyê ne tenê metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike, lê di heman demê de binpêkirina yasayên welatan e û dibe sedema ceza û girtinên giran.
Li gorî amarên Wezareta Navxwe, heya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye 302 koçberên ku di rewşên cuda de asê mabûn, rizgar bike û vegerîne Kurdistanê.
Salane hejmareke mezin a welatiyên Herêma Kurdistanê bi xeyala gihîştina Ewropayê, dikevin destê qaçaxçiyan. Yek ji rêyên herî metirsîdar jî derbasbûna bi Lîbyayê re û piştre bi deryayê ve çûna ber bi Îtalyayê ye. Di vê rêyê de koçber gelek caran ji aliyê qaçaxçiyan ve tên xapandin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Lîbyayê ve tên girtin û di zindanan de bi awayekî xerab serederî ligel wan tê kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengiya bi saziyên navdewletî re, nexasim Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), xebatên xwe yên ji bo vegerandina welatiyên li welatên wekî Belarus, Tirkiye, Yewnanistan û Lîbyayê asê mane, didomîne. Armanca van hewildanan, parastina canê welatiyan û rûbirûbûna diyardeya qaçaxçîtiya mirovan e.