Mesrûr Barzanî arêşeya tapokirina erdên kesûkarên şehîdan çare kir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê arêşeya qanûnî ya tapokirina erdên nêzîkî 400 malbatên şehîdan li Hewlêrê hat çareserkirin. Ev jî piştî ku ew yekîneyên xwecihbûnê, yên ku berî sala 2007ê li ser wan hatine belavkirin, kirin pêşkêşkirin (bexşîn).

Berpirsê Pişka Ragihandin û Peywendiyan li Rêveberiya Karûbarên Şehîdan a Hewlêrê Rêber Osman îro Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê zanyar û hûrgiliyên dawiyê li ser bicihanîna biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya girêdayî xanî, şuqe û erdên kesûkarên şehîdan eşkere kirin.

Rêber Osman herwesa ragihand ku projeya belavkirina xaniyan bo kesûkarên şehîdan ji aliyê Dezgeha Şehîdan a berê ve di salên navbera 2002 heta 2004ê de ji taxa Serweran a Hewlêrê dest pê kir, paşê jî şuqe li taxa Bineslaweyê û nahiyeya Kesnezanê li ser kesûkarên şehîdan hatin belavkirin, di qonaxeke dî de jî di salên navbera 2013 heta 2014ê de erd li gundê Baxemreşehab li ser wan malbatan hatin belavkirin.

Berpirsê Pişka Ragihandin û Peywendiyan li Rêveberiya Karûbarên Şehîdan a Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku ew erdên di salên navbera 2013 û 2014ê de li ser kesûkarên şehîdan hatine belavkirin, navên wan kesan jî tê de bûn ku berê di salên navbera 2002 heta 2004ê de yekîneyên xwecihbûnê wergirtibûn. 

Navborî ron jî kir ku li gorî qanûna şehîdan, malbatên şehîdan tenê carekê mafê wergirtina xanî û şuqe yan erdî heye; lê ji ber ku ew malbatên berê yekîneyên xwecihbûnê wergirtibûn, paşê erd jî bo wan derketin, wekî "wergirtî" hatin hejmartin û bi vî rengî jî arêşeya qanûnî bo tapokirina erdên wan çê bûbû.

Rêber Osman herwesa got: “Berî nêzîkî 5 salan biryara tapokirina erdên malbatên şehîdan hatibû dan; yên ku berê xanî û şuqe wernegirtibûn erdên wan bê arêşe li ser navên wan hatin tomar kirin, lê yên ku berê yekîneyên xwecihbûnê pê hatibûn dan, proseya tapokirina erdên wan ji ber astengiyên qanûnî hatibû rawestandin.”

Navborî di berdewamiya gotinên xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li roja Duşemê, 31ê Tebaxa 2026an, biryar hat dan ku ew yekîneyên xwecihbûnê yên ku berî sala 2007ê li ser kesûkarên şehîdan hatine belavkirin, wekî pêşkêşkirin (bexşîn) bo wan bên hejmartin. Ji ber vê biryarê jî, malbatên şehîdan dikarin bêyî ti arêşeyeke qanûnî erdên xwe tapo bikin.

Berpirsê Pişka Ragihandin û Peywendiyan behsa wê yekê jî kir ku tenê di nav bajarê Hewlêrê de nêzîkî 400 malbatên şehîdan ji vê biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê feydeyî werdigirin, herwesa ji aliyê şaredariyê ve ji hemî rusûmatên binavkirina erdên xwe tên efûkirin.