Tom Barack: Cezayên li ser 3 bankên Tirkiyeyê, ne li dijî hemû sektorê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ragihand, cezayên Washingtonê yên li ser sê bankên Tirkiyeyê ji ber têkiliya wan a bi Supaya Pasdaran a Îranê re ye, lê ev nayê wateya cezakirina tevahiya sektora bankvaniyê ya Tirkiyeyê.

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barack derbarê biryara Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ya ji bo cezakirina sê bank û saziyên darayî yên Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir. Barack destnîşan kir, ev ceza tenê li ser çend saziyên taybet hatine birîn û nabe wekî cezakirina hemû pergala bankvaniyê ya Tirkiyeyê were dîtin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê duh 4’ê Îlona 2026’an ragihandibû, wan banka bi navê "Golden Global" û du şaxên din ên vê bankê ceza kirine. Sedema vê biryarê wekî "hebûna têkiliyên darayî û veguhastina pereyan ji bo Hêza Qudisê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê" hat nîşandan.

Balyoz Tom Barack di daxuyaniya xwe de diyar kir, kampanya zextên aborî yên li ser Îranê, girtina wan dergehan jî li xwe digire ku ji bo "spîkirina pereyan" tên bikaranîn. Barack got: "Ev gav in ku Amerîka ji bo zelaliya darayî ya cîhanî diavêje. Şaş e ku Tirkiye vê cezakirinê wekî tevgerek li dijî xwe bibîne."

Balyozê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, ew bawer dikin ev biryar nabe "lekeyek" li ser hevkarî û peymanên stratejîk ên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de û dê peywendiyên her du welatan bandoreke neyînî nebînin.