Serokwezîrê Iraqê sersaxiyê li Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bi peyameke sersaxiyê, hevxemiya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Elî Falih Zeydî ji ber koça dawî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyameke sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şandiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Zeydî hevxemî û xemgîniya xwe ya kûr aniye ziman û ji Xwedayê Mezin daxwaz kiriye ku yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û wî bi bihiştê şad bike, her wiha sebir û aramiyê bide malbat û hezkiriyên wî.
Serok Mesûd Barzanî roja înê 4’ê Îlona 2026’an, koça dawî ya "birayê mezin ê malbatê" Ebdulwahîd Îbrahîm ragihandibû. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişandibû ser wê yekê ku rehmetî neviyê rêberê niştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û ew di nav malbatê de bi kesayetiya xwe ya xurt a dîndarî, xwedaparistî û xêrxwaziyê dihat naskirin.
Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê aşkere kir, sibe yekşemê (6’ê Îlona 2026’an), merasîma oxirkirin û şîna rehmetî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî li devera Barzan birêve diçe.