Heybet Helbûsî peyameke hevxemiyê arasteyî Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Perlemana Iraqê Heybet Helbûsî ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Ebdulselam Barzanî, peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Perlemana Iraqê îro 5’ê Îlona 2026’an, peyama sersaxiyê ya Heybet Helbûsî belav kir. Helbûsî di peyama xwe de xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya rehmetî Ebdulwahîd Barzanî anî ziman.

Heybet Helbûsî di peyama xwe de got: "Me bi dax û xemeke mezin nûçeya koça dawî ya rehmetî Ebdulwahîd Barzanî, birayê mezin ê malbata Barzanî wergirt. Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî, malbata koçkirî, xizm û dostên wan dikin."

Serokê Perlemana Iraqê di berdewamiya peyama xwe de daxwaza sebir û aramiyê ji bo malbata Barzanî kir û niza kir ku Xwedayê Dilovan rehmetî bixe ber dilovaniya xwe ya fireh û wî bi bihuşta berîn şad bike.

Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ku wekî kesayetiyekî naskirî û mezinê malbata Barzanî dihat zanîn, duh înê koça dawî kiribû. Hat ragihandin ku merasîma sersaxiyê dê li devera Barzan birêve bice.