Pûtîn ji bo 3 rojan êrîşên li ser Kyivê radiwestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi gihîştina nûnerên Donald Trump a bo Moskoyê re, ferman da ku êrîşên li ser paytexta Ukraynayê Kyivê sê rojan werin rawestandin.

Koşka Kremlînê îro 5’ê Îlona 2026’an ragihand, biryara rawestandina êrîşên li ser Ukraynayê di dema pêşwazîkirina Steve Witkoff û Jared Kushner de hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman daye ku di nava sê rojan de ti êrîşek li dijî Kyivê neyê kirin.

Nûnerên Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi mebesta geşkirina hewlên dîplomatîk û dîtina derfetekê ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê gihîştin Moskoyê. Trump roja pêncşemê ragihandibû, ew Kushner û Witkoff dişîne Mosko û Kyivê, ev her du nûner pêşniyarekê ji bo bidawîkirina vî şerê ku 4 sal in berdewam dike, hilgirtine.

Trump derbarê nûnerên xwe de wiha axivî: "Steve Witkoff û Jared Kushner danûstandkarên pir jêhatî ne. Min ew şandin Moskoyê, da ku em bibînin ka em dikarin bigihîjin peymanekê yan na. Dibe ku derfeteke baş ji bo aştiyê hebe."

Di mehên dawî de hewlên dîplomatîk ên Amerîkayê ji bo rawestandina şerê Ukraynayê rastî astengiyan dihatin. Ev pêşveçûna nû di demekê de tê ku baldariya Washingtonê bêtir çûye ser şerê li dijî Îranê.

Şerê Rûsya û Ukraynayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, wekî mezintirîn şerê li Ewropayê tê qebûlkirin. Di vî şerî de heta niha bi hezaran sivîl û bi sed hezaran serbaz hatine kuştin. Gihîştina nûnerên Trump û agirbesta sê rojî ya li Kyivê, wekî hêviyekê ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê tê dîtin.