DEM Partî kongreya xwe ya pêncê li dar dixe
Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partî îro kongreya xwe ya 5ê ya asayî li Enqereyê li dar dixe; tê çaverêkirin ku ev kongre bêyî guherînên bingehîn bi rê ve biçe û bibe pêngava amadekariyê bo kongreyeke mezintir di bihara sala 2027ê de.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, kongreya xwe ya 5ê ya asayî li Enqereyê bi rê ve dibe. Tê çaverêkirin ku ev kongre bêyî guherînên kûr bi rê ve biçe û bibe amadekariyek bo kongreyeke mezintir di bihara sala 2027ê de.
Li gorî agahiyên medyaya nêzîkî DEM Partiyê, guherînên bingehîn di kongreya îro de nabin û tê texmînkirin ku Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari careke din wekî hevserokên wê partiyê bên hilbijartin.
Li gorî planan, kongreya mezin a partiyê dê di bihara 2027ê de bê kirin. Di wê kongreyê de tê çaverêkirin ku navê DEM Partiyê bibe "Partiya Komarî ya Demokratîk". Herwesa tê plankirin ku ji bo wan rêberên PKKê yên ku ji Qendîlê an Ewropayê vedigerin Tirkiyeyê di astên bilind ên rêveberiya partiyê de cih bên veqetandin.
Di çarçoveya van nîqaşan de, berê jî hatibû destnîşankirin ku dê Salahaddin Demirtaş û Leyla Zana bibin hevserokên nû yên Partiya Komarî ya Demokratîk.
Dem Partiyê kongreya xwe ya asayî ya dawiyê di Cotmeha 2023ê de li dar xistibû û di wê kongreyê de navê xwe ji "Partiya Çep a Kesk" bo "DEM Partî" guherandibû. Li gorî qanûna partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, divê partî di nav demên diyarkirî de kongreyên xwe yên asayî li dar bixin.