Serokê Partiya Rencderên Kurdistanê sersaxiyê ji Serok Barzanî re dixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Rencderan a Kurdistanê Bapîr Kamela di peyamekê de sersaxî ji Serok Barzanî û malbata Xudêjêrazî re xwest û hevxemiya xwe ya zêde bo koça dawiyê ya Şêx Ebdulwahid Barzanî diyar kir.

Sereokê Partiya Rençderên Kurdistanê Bapîr Kamela duhî Şemî, 5ê Îlona 2026ê, peyameka sersaxiyê pêşkêşî Sereok Barzanî kir û tê de ragihand: "Bi mixabinî û kesereke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya kesatiyê neteweyî, şoreşger, civakî û xêrxwaz, rêzdar Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, pismamê we yên rêzdar û birayê mezin ê malbata şoreşger a Barzan û neviyê şehîdê serkirde Şêx Ebdulselam Barzanî gihîşt me û bi bihîstina vê nûçeyê em gelek dilgiran û xemgîn bûn."

Kamela di berdewamiya peyama xwe de diyar kiriye: "Bi vê helkefta xemgîn, em peyama sersaxiyê ya xwe û hemî hevalên xwe ji bo we yên rêzdar, malbata we ya neteweperwer û hemî kesûkar û dostên we radigihînin û em hevparên xema we ne.”

Sereokê Partiya Rençderên Kurdistanê li dawiyê jî gotiye: “Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku li koçkirîyî bibore û wî bi bihuşta xwe ya berfireh şa bike, ev koç jî bibe nexweşiya we ya dawiyê û Xudê sebir û hedarê bide hemî aliyan."