Hewlêr û Bexda hevahengiya ewlehiyê xurt dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Ebdulamîr Şemerî serokatiya civîneke ewlehiyê kir, ku tê de berpirsên bilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Bexda û Herêma Kurdistanê bo nîqaşkirina hevahengî û hevkariya leşkerî amade bûn.

Di wê civînê de Serokê Dezgeha Dijeterorê, Serokê Desteya Deriyên Sînorî, Cîgirê Wezîrê Navxwe bo Karên Hewalgiriyê, her du Cîgirên Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî û Dezgeha Hewalgiriyê, Alîkarê Serokerkan bo Operasyonan û hejmareke fermandarên artêşê amade bûn.

Her îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyan û şandeke ligel wê jî, ku ji fermandar, piledar, rêveber û serokên dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê pêk dihat, tevlî wê civînê bûn, bo nîqaşkirina mekanîzmên hevahengiya meydanî û hevkariya leşkerî ya di navbera hêzên federalî û hêzên Herêma Kurdistanê de.

Di wê civînê de kurteyeka berfireh li ser deverên berjewendiya ewlehiyê ya hevpar hat pêşkêşkirin. Rewşa deriyên sînorî û karê yekîneyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi merema misogerkirina kontrolkirina tam û rêgirtina li her çalakiyeka qaçaxçîtî û derbazbûna hatin behskirin.

Her wiha behsa xurtkirina hevkariyan di warê rûbirûbûna madeyên hişbir û hilweşandina torên wan de jî hat kirin, ligel pêşxistina mekanîzmên kar di nav navendên hevahengiya hevpar de bo bilezikkirina pevguhartina agahiyên hewalgiriyê.

Ebdulamîr Şemerî di çarçoveya wê civînê de tekez li ser giringiya rêkxistina serpişkiyan kir. Şemerî israr li ser asayîkirina sînorên navdewletî, meşq û rahênanên hevpar, radestkirina kesên daxwazkirî bo dadgehê, û her wiha berfirehkirin û kûrkirina karên hewalgiriyê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de kir.

Di pareka din a wê civînê de, Serokerkana Hêzên Pêşmergeyan nêrînên xwe yên li ser mekanîzma bicihanîna plana meydanî anîn ziman. Civîn bi danana komeka raspardeyan bi dawî hat, ku armanca wan xurtkirina temamkeriya ewlehî û yekxistina bizavan bo parastina tenahiyê ye.