Sibe Şanda Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe Şanda Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi merema tevlîbûna di civînên girêdayî nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê û çespandina mafên darayî yên fermanber û mamostayên girêbest li Bexdayê bin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, got: “Biryar e ku sibe Duşemê, 7ê Îlona 2026ê, şanda Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Rêveberê Giştî yê Jimêryariyê, Rêveberê Giştî yê Budceyê û tîmeke şareza di nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceyê de pêk tê, bigihîje bajarê Bexdayê.

Li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, ew şand dê bo dema sê rojan ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî û tîma teknîkî ya Wezareta Darayî ya Federal, hejmareka civînên dûr û dirêj bike. Tewerê sereke yê danûstandinan jî dê girêdayî nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya giştî ya sala 2027ê û çespandina daxwazên qanûnî yên Herêma Kurdistanê di nav wê projeqanûnê de.

Dîlan Barzan eşkere jî kir: “Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî soz daye ku di budceya sala 2027ê de pirsa herdemîkirina fermanber û mamostayên girêbest bê çespandin û proseya bilindkirina pileyên fermanberên Herêma Kurdistanê wekî fermanberên Îraqê bê destpêkirin. Her çend hatiye diyarkirin ku ji ber astengiyên darayî damezrandina giştî di budceya sala 2027ê de tune ye, lê pirsa bilindkirina pileyan û cîgirkiirina girêbestan wekî du xalên cidî dê serpişka karan bin.

Ji aliyekî din ve jî, li ser pirsa mûçeyan, peyamnêrê Kurdistan24ê got: Amaje ber bi aliyekî erênî ve diçin, niha piraniya wezareên Îraqê mûçe wergirtine û tenê çend deste û wezaretên kêm mane. Biryar e rasterast piştî bidawîhatina mûçeyên navxweya Îraqê, dest bi temwîlkirina mûçeyên meha Tebaxê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bê kirin.

Li gorî şopandina Kurdistan24ê, tê pêşbînîkirin ku bo vê mehê temwîlkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê di çav meha borî de zûtir bê destpêkirin. Vê heftiyê dest bi nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê tê kirin, da ku heta 15ê vê mehê bê amadekirin û bo Encûmena Wezîran a Federal bê şandin.

Piştre Encûmena Wezîran a Îraqê dê mehekê dem hebe, da ku karên wê projeqanûnê bi dawî bîne, da ku piştî pejirandinê, divê di Cotmehê de bişîne parlamentoyê.

Pêştir jî Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihandibû ku Encûmena Wezîran heta dawiya meha Îlonê projeqanûna budceya 2027ê dipejirîne û dişîne parlamentoyê, her wiha Wezareta Darayî ya Federal nêzîkî mehekê ye mijûlî nivîsîna wê reşnivîsê ye.