Fehd Feqê Merkî sersaxiyê ji Serok Barzanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Fehd Feqê Merkî bi navê eşîreta Feqê Merkî, ji ber koça dawiyê ya Şêx Ebdulwahid Barzanî, peyameka sersaxiyê arasteyî Serok Barzanî û malbata Şêxên Barzan kir.
Fehd Feqê Merkî duhî Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, bi navê eşîreta Feqê Merkî di behînameyekê de hevxemiya xwe ya zêde ji bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand.
Di wê peyamê de hatiye: "Ji ber vê koça tijî êş, em peyamên xwe yên sersaxî û hevxemiyê bi germî arasteyî malbata têkoşer a Şêxên Barzan û bi taybetî cenabê Serok Barzanî dikin."
Her wiha di wê behînameyê de lava ji bo koçkirî hatine kirin ku Xudayê dilovan wî bi bihuşta xwe ya berfireh şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkarên wî û ev bibe xema wan a dawiyê.
Di dawiya wê peyamê de jî hatiye: "Em wekî eşîreta Feqê Merkî xwe wekî hevparên xema we dizanin."