Şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê bo projeqanûna budceya 2027ê li Bexdayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi merema çespandina daxwazên fermanberan di projeqanûna budceya 2027ê de gihîşt Bexdayê, û biryar e ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê û tîma wê ya teknîkî bicive.
Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, gihîşt Bexdayê. Civînên şandê dê ji sibe bo dema sê rojan (Sêşem, Çarşem û Pêncşem) ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî û tîma teknîkî ya darayî ya federal berdewam bin. Tewerê sereke yê civînan nîqaşkirina li ser amadekirina projeqanûna budceya sala 2027ê ye, ku divê heta 15ê Îlonê ji bo hikûmetê bê şandin û hikûmet jî heta 15ê Cotmehê ji bo parlamentoyê bê şandin.
Tîma teknîkî ya Herêma Kurdsitanê, ku ji Rêveberê Giştî yê Jimêryariyê, Rêveberê Giştî yê Budceyê û tîmeke şareza di nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceyê de pêk tê, niha mijûlî amadekirina reşnivîsê ye. Herêma Kurdistanê lîsteya daxwazên xwe pêşkêşî Bexdayê kiriye, ku giringtirîn xalên wê herdemîkirina nêzîkî 86 hezar fermanberên girêbest, destpêkirina bilindkirina pileyên fermanberan, wekhevkirina muçeyên xwedan pêdiviyên taybet û yê Pêşmergeyan ligel Wezareta Berevaniyê ya Îraqê, damezrandina sê yekemên zanîngehan (15 heta 16 hezar derçû) û pişka dermanan in.
Li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, di projeqanûna budceya 2027ê de damezrandina giştî cih nagire, lê amaje bo herdemîkirina fermanberên girêbest heye, ku li seranserî Îraqê zêdetirî 200 hezar û li Herêma Kurdistanê jî zêdetirî 86 hezar kes in û pişka Herêmê bi rêjeya %12.67 tê de tê çespandin. Mijara duyem jî çareserkirina pirsa bilindkirina pileyên fermanberan e.
Herwesa tevî van civînan, biryar e îro derçûyên nedamezrandî li ber dergehê Wezareta Darayî li Bexdayê xwepêşandaneka berfireh bikin û konan vegirin, bo çêkirina zextê li ser wezaretê da ku navên wan bixin nav budceya 2027ê, lê ji ber astengiyên darayî zehmet e ku damezrandina giştî bê kirin.