Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm rewşa deverê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm û şanda ligel wî kir; di civînê de tekez li ser çareserkirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm û şanda ligel wî kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin. Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya karkirina ji bo pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina arêşeyên rawestiyayî bi rêya diyalog û hevfêmkirinê kir, her wiha piştgiriya xwe bo Hikûmeta Federal pêxemetî biserxistina erk û karnameya wê jî tekez kirin.

Rewşa deverê û pêşveçûn dawiyê û encamên wan jî mijarên tewerekê dî yê wê civînê bû û her du aliyan dîtin û nerînên xwe di wî warî de li hev guhertin.