Davutoglu: Di dîroka Tirkiyê de cara pêşîn e serokwezîrek ji ber rexneyên xwe diçe ber dadgehê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, li Enqereyê li ber dozger îfade da û nerazîbûna xwe li hemberî serederiya wekî "gumanbar" nîşan da.
Ahmet Davutoglu, ku ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî lêpirsîn derbarê wî de hatibû vekirin, çû Dadgeha Enqereyê û li ber Dozgerê Komarê îfadeya xwe wekî "gumanbar" pêşkêş kir. Piştî îfadeyê, Davutoglu ji rojnamevanan re ragihand, ew tenê ji bo rêza li serweriya hiqûqê çûye dadgehê.
Davutoglu di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev bûyer di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bêwêne ye û got: "Ez xemgîn im ku serederiyeke wiha li gel kesekî ku wezîrê derve û serokwezîrê vî welatî bûye, tê kirin. Ev cara yekem e di dîroka Tirkiyeyê de ku serokwezîrek tenê ji ber derbirîna nêrînên xwe û rexnekirinê, wekî gumanbar bo dadgehê tê bangkirin. Her çend ez bawer dikim ku kes di ser hiqûqê re nîne, lê ev nêzîkatî dilê min dêşîne."
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê li ser bêdengiya xwe ya heta niha jî got:
"Min nexwast welatê min û dadgehên me di çavê civaka navneteweyî de biçûk bikevin, lewma min heta niha ti daxuyanî nedabûn. Parastina rûmeta welatê min, ji rûmeta min a kesî giringtir e."
Davutoglu herwiha amaje bi pêşeroja xwe ya siyasî kir û diyar kir, her çend wî berê xwe ji siyasetê vekişandibû, lê ji bo gihîştina bi armancên xwe, ew ê têkoşîna xwe berdewam bike.
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin, li ser bingeha madeya 299/1 a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) ye, ku wekî "Heqareta li Serokkomar" tê naskirin.
Dozgeriyê piştî hûrbûna li ser çend parvekirinên Davutoglu yên di torên civakî de, biryar da ku îfadeya wî werbigire. Di daxuyaniya dozgeriyê de Davutoglu wekî "Serokwezîrê kabîneyên 62, 63 û 64an" hat binavkirin.