Şanda Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamêrê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, şanda Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê gihîştiye Bexdayê. Ev şand ji Rêveberê Beşa Jimêryariyê, Rêveberê Beşa Budceyê, Şêwirmendê Wezareta Darayî û hejmareke pisporan pêk tê, da ku reşnivîsa budceya sala 2027an amade bikin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, civînên şanda Herêma Kurdistanê dê sibe Sêşemê 8ê Îlonê dest pê bikin û heta roja pêncşemê berdewam bikin. Ev civîn dê taybet bin bi wan daxwazên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze di projeyasa budceya sala 2027an de cih bigirin. 

Herwiha diyar kir, biryar e gotûbêj li ser daîmîkirina karmendên girêbest bê kirin, ku daxwazeke sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û nêzîkî 86 hezar karmendên bi girêbest li Herêma Kurdistanê hene. 
Destnîşan kir jî, beriya niha Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî ragihandibû, eger ew karmendên bi girêbest bikin daîmî, wê demê pişka Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê tê de hebe. 

Peyamnêrê Kurdistan24ê zanî, mijara duyem a danûstandinên di navbera her du şandan de, dê pirsa bilindkirina pileya karmendan be, ku ji sala 2025an ve li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên darayî hatibû rawestandin. Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza wekhevakirina mûçeyên kesên xwedan pêdiviyên taybet û mûçeyên Pêşmergeyan mîna Wezareta Bergiriyê ya Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê ji dermanan, mûçeyên neşandî yên xanenişînan û damazrandina sê xwendekarên yekem gihandiye aliyê Iraqî. 

Herwiha ameje bi wê kir ku tê payîn di çend rojên pêş de şandeyên din jî ji Herêma Kurdistanê bigihêjin Bexdayê, ji ber ku hefteya bê moleta dawî ye ji bo nivîsandina reşnivîsa dawî ya projeyasaya sala 2027an, da ku heta 15ê mehê reşnivîs bi temamî amade bibe.