Hûsiyan bi mûşekan êrîşî Siûdiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrişên Hûsiyên Yemenê li ser başûrê Siûdiyê de, bi dehan sivîl birîndar bûn.

Rayedarên Erebistana Siûdî îro 8’ê Îlona 2026’an di daxuyaniyekê de ragihandin, Hûsiyan bi dron û mûşekan êrişî çend bajarên li başûrê welat kirine. Fermandariya Hêzên Hevpeyman diyar kir ku di encama van êrişan de, ku cihên sivîl û aborî kirine amanc, 73 sivîl birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, tevgera Hûsî ragihand ku wan Firokxaneya Navdewletî ya Abha, Baregeha Asmanbî ya Melik Xalid û saziya kompanyaya petrolê ya Aramco li herêmên Abha û Cîzanê amanc girtine.

Li peravên Deryaya Sor, şerê ku ev çend roj in ji bo kontrolkirina Tengava Bab El-Mendebê berdewam dike, karesateke mirovî bi xwe re aniye. Hat ragihandin ku di van pevçûnan de zêdetirî 300 kes hatine kuştin û bi sedan malbat neçar mane malên xwe bicih bihêlin. Ev tengav ji bo hinartina petrola Siûdiyê xaleke gelekî stratejîk e, bi taybetî piştî ku Îranê Tengava Hormuzê di destpêka şerê bi Amerîkayê re girtiye.

Hûsiyan duh Erebistana Siûdî tawanbar kir ku êrişî girtîgeha Al-Hazm a li parêzgeha Cewfê kiriye. Li gorî zanyariyan, di vê êrişê de 11 girtî hatine kuştin û 20 kes jî di bin kavilan de winda ne. Tê gotin ku di nav kuştiyan de zarokek jî heye ku ji bo serdanê li wir bûye.

Şerê li Yemenê ku di navbera hikûmetê û Hûsiyan de ye, piştî çend salên aramiyê, di Tîrmeha îsal de ji nû ve gur bû. Hûsî niha piraniya herêmên niştecihbûnê û paytext Sanayê kontrola dikin.