Tirkiye xercên xwe yên leşkerî bilind dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya plana aborî ya sê salan de, biryar da ku budceya Wezareta Berevaniyê bi rêjeyeke berçav zêde bike. Armanca sereke ya vê biryarê, xurtkirina pîşesaziya leşkerî ya navxweyî û kêmkirina girêdayîbûna bi çekên biyanî ye.

Li gorî plana nû ya aborî ya hikûmeta Tirkiyeyê, budceya Wezareta Berevaniyê ya ji bo sala 2027an dê bigihîje trîlyonek û 533 milyar lîreyî. Ev rêje li gorî sala 2026an, ji sedî 86 zêdebûnekê nîşan dide.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz derbarê mijarê de ragihand, mebesta wan dabînkirina pêdiviyên leşkerî bi rêya çavkaniyên navxweyî ye. Yilmaz destnîşan kir, li şûna kirîna çekan ji welatên derve, ew dixwazin teknolojiyên leşkerî li hundir bipêş bixin û berhem bînin, da ku welat di vî warî de pişta xwe bi xwe girê bide.

Di plana sê salan de, tê pêşbînîkirin ku lêçûnên giştî yên berevaniyê bi rêjeya %229 zêde bibin. Ev nîşan dide ku zêdekirina budceyê ne tenê ji bo salekê ye, lê planeke demdirêj e ku heta sala 2029an berdewam dike.

Xaleke baldar di vê planê de ew e ku tevî nîqaşên li ser "pêvajoya çareseriyê" û rawestandina şerê li dijî PKK’ê, hikûmetê budceya leşkerî kêm nekiriye. Berevajî vê, rêjeya zêdekirina salane ya budceyê ji %32 derxistiye %86an.

Tirkiye piştî ku bi çendîn mueyîde û ambargoyên welatên Rojava re rû bi rû ma, stratejiya xwe ya leşkerî guherand. Di salên dawî de bi taybetî kompanyayên wekî "Baykar û Aselsan" di berhemanêna dronên (SÎHA), tank û amûrên din ên teknolojîk de roleke sereke lîstin û girêdayîbûna Enqereyê ya bi derve kêm kiriye.