ENKS daxwaza vegerandina navên kurdî li Efrînê kir: 'Navên resen mafekî dîrokî ye'

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê guhertina navên gund, bajarok û cihên erdnîgarî yên kurdî nameyek pêşkêşî Rêveberiya Herêma Efrînê kir û daxwaz kir ku hemû şopên siyaseta "Erebkirinê" bên jêbirin.

Şandeyeke Xwecihiya Efrînê ya ENKSê serdana Rêveberê Herêma Efrînê Xeyro Elî kir. Şandeyê nameyeke fermî radestî rêveberiyê kir ku tê de daxwaza rakirina navên erebî û vegerandina navên resen ên kurdî kir.

Di nameya ENKS’ê de hat diyarkirin ku guhertina navên dîrokî û kurdî, binpêkirina hiqûqa navdewletî û "tawaneke li dijî çand û nasnameyê ye." Herwiha ENKS’ê bal kişand ser dîroka erebkirinê û diyar kir ku ev siyaset ji dema Yekîtiya Sûriye-Misrê (1958) dest pê kiriye, di sala 1977’an de jî bi biryara 580 a Wezareta Navxwe ya rejîma Beiê navên 190 gundan hatiye guhertin û piştî sala 2018’an jî ev pêvajo berdewam kiriye.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di nameya xwe de daxwazên gelê herêmê di çar xalên sereke de rêz kirin:

- Divê Sûriyeya nû pirrengiya neteweyî û olî nas bike û dawî li "zilm û çewsandina duqat" (neteweyî û nîştimanî) ya li ser Kurdan bîne.

- Avakirina komîteyeke pispor û akademîk ji kurên herêma Efrînê, da ku navên resen ên kurdî li gund, çiya, gelî û rûbaran vegerînin.

- Rakirina encamên projeya "Çaksaziya Çandiniyê" ya serdema Beisê û vegerandina zevî û milkan ji bo xwediyên wan ên resen.

- Herêma Efrînê di warên siyasî, îdarî, aborî û ewlehiyê de ji aliyê şêniyê wê yê resen ve were birêvebirin, di çarçoveya dewleta Sûriyê ya ku li ser bingehê hemwelatiya wekhev hatibe avakirin.

ENKS’ê di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku piştî ketina rejîma Esed di 08.12.2024’an de, divê hemû bandorên "Beisê û projeyên şovînîst" werin rakirin û mafên gelê Kurd ên hatine xwarin, werin dabînkirin.