Tirkmenên Kerkûkê: Di meha Adarê de em ê posta parêzgariyê radest bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên Tirkmen ên Kerkûkê ragihandin, ew ê li gorî rêkeftina heyî, di meha Adara bê de posta parêzgariya Kerkûkê radestî pêkhateyeke din bikin û wan ti daxwazek ji bo dirêjkirina vê demê pêşkêş nekiriye.
Serokê Partiya Îlî ya Tirkmen Riyad Sarî ji bo Kurdistan24ê, ew nûçe û gotegotên ku digotin "Tirkmen naxwazin heta hilbijartinan postê radest bikin" red kirin. Sarî diyar kir, ew ê pabendî peymanan bin û piştî temambûna dema xwe, dê postê radest bikin.
Riyad Sarî diyar kir, desthilata wan a niha ne di dawiya vê salê de, lê belê li gorî rêkeftinê di meha Adara sala bê (2027) de bidawî dibe. Sarî destnîşan kir, wan ti daxwazeke fermî ji bo dirêjkirina vê demê nekiriye û ew amade ne di dema xwe de postê radestî pêkhateyeke din a bajêr bikin.
Derbarê rêveberiya Kerkûkê de, Sarî anî ziman ku ji ber ku Kerkûk bajarekî pir-pêkhate ye, sîstema dorveger ji bo aramî û hevsengiya bajêr guncawtir e. Lê belê, wî eşkere kir ku piştî hilbijartinên Encûmena Parêzgehan, daxwaza wan ew e ku posta parêzgariya Kerkûkê bi kêmî ve ji bo çar salan ji Tirkmenan re were dayîn.
Kêşeya li ser parêzgariya Kerkûkê, piştî rêkeftina "Hotêla Reşîd" a li Bexdayê gur bûbû. Di wê demê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û aliyên Tirkmen ew şêwazê avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê qebûl nekiribûn. Serokê Bereya Tirkmenî Hesen Turan wê demê pêşniyar kiribû ku posta parêzgar bi awayekî dorveger di navbera sê pêkhateyên sereke (Kurd, Ereb û Tirkmen) de were dabeşkirin.