Naveroka civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Du şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi merema cîgîrkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya sala 2027ê de li Bexdayê ne, û biryar e gelek dosyeyên giring û hestiyar ligel berpirsên bilind ên hikûmeta federalî ya Iraqê nîqaş bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzanî îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, diyar kir ku yek ji şandan ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê û biryar e sibe Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, ew şanda bilind ligel Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî biceve. Piştre jî hejmareka civînan ligel wezîrên Plandanîn û Petrolê yên hikûmeta federalî ya Iraqê tê kirin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, rewşa sereke ya danûstandinan dê ew daxwaz bin ên ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêştir bo budceya sala 2027ê radestî Bexdayê kiribûn. Di vê çarçoveyê de, pirsa "damezrandinê" yek ji xalên cewherî ye ku ew şand tekezê li ser dike, ji ber ku Herêma Kurdistanê ev gelek sal in ji mafê damezrandina nû bêpar e û dixwaze di budceya sala bê de ev maf bête çespandin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê K24ê, mijarên danûstandinan van xalan vedigirin:

- Damezrandina sê yekemên zanîngeh û peymangehan.

- Çarenivîsa fermanberên girêbest.

- Dabînkirina xerciya keresteyên tenduristiyê.

- Wekhevkirina mûçeyên hêzên Pêşmergeyan ligel yên artêşa Îraqê.

- Wekhevkirina mûçeyên kesên xwedan pêdiviyên taybet.

- Xerckirina îkramiya xanenişînan, ku heta niha nehatiye xerckirin.

Şanda Herêma Kurdistanê, ku dê bo çend rojan li Bexdayê bimîne, desthilata temam a lihevkirinê pê hatiye dan. Ev serdan di demekê de ye ku Wezareta Darayî ya Îraqê hatiye pabendkirin ku heta 15ê vê mehê (Îlonê) reşnivîsa dawiyê ya pirojeqanûna budceyê amade bike û arasteyî Encûmena Wezîran bike; lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze berî wî jivanî hemî mafên xwe di nav wê reşnivîsê de cîgîr bike.