Hevserokên DEM Partiyê sersaxiyê ji Malbata Barzanî û gelê Kurdistanê re dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi peyamekê sersaxî ji Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Malbata Barzanî re xwest, ji ber wexerkirina Şêx Ebdulwahîd Barzanî û tekez jî kir ku "di rojên giran de xema me yek e."

Peyama Hevserokên DEM Partiyê

Ji Bo Malbata Barzanî û Gelê Herêma Kurdistanê,

Me bi xemgîniyeke mezin, bihîst ku yek ji kesayetên hêja yên Herêma Kurdistanê û malbata rêzdar a Barzanî, Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Ebdulselam Barzanî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Em ji Birêz Mesûd Barzanî, ji Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji Serokwezîr Birêz Mesrûr Barzanî, ji tevahiya malbata Barzanî û ji gelê Kurdistanê re sebrê û sersaxiyê dixwazin.

Şêx Abdulwahid, wek neviyê Şêx Abdulsalam Barzanî û endamekî rêzdar ê malbateke ku di dîroka gelê Kurd de cihekî taybet digire, dê bi nav û bîranîna xwe bijî. Li pey xwe mîraseke kûr û bîranîneke manewî ya ku wê her tim bi rêz bê bîranîn hişt. 

Xwedê rehma xwe lê bike, cihê wî bihuşt be.

Ev ne tenê êşa malbatekê ye. Ev êşa me hemûyan e. Di rojên giran de xema me yek e.

Em bi hestên piştevaniyê yên herî dilpak êş û xema we parve dikin.

 

Tülay HATİMOĞULLARI– Tuncer BAKIRHAN

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)