Dengê du teqînan li nêzîkî girava Xargê hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a “Fars”ê ya Îranî belav kir ku berî demeke kêm dengê çend teqînan li nav avên Kendavê li sînorê girava Xargê hatiye bihîstin, lê ti dûkel û agir nehatine dîtin.

Li gorî nûçeyeke ajansa “Fars”ê ya Îranî, îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, dengê du teqînan li sînorê girava Xargê ya di nav avên Kendavê de hatiye bihîstin.

Wê ajansê diyar jî kiriye ku dengê wan teqînan li sînorê avên Kendavê hatiye bihîstin, lê heta niha ti nîşaneke şewat an dûkelê li wê deverê nehatiye dîtin.

Ev jî di demê de ye ku berî demeke kêm, Qerargeha Xatemûl-Enbiyayê ragihand ku Amerîka gefa armancgirtina keştiyên Îranê dike. Wê da zanîn jî ku heke êrîş li ser keştiyên wan bên kirin, bersiva wan dê hebe. Herwesa got: "Em dê bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li deverê bikin armanc."