CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê têk birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di bersiva armancgirtina keştiyeke wan a şer ji aliyê Supaya Pasdaran ve, hêzên wan karîne 5 keştiyên petrolê yên Îranê têk bibin.

CENTCOMê îro 9ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan 5 keştiyên hilgirên petrolê yên Îranê têk birine. Hat diyarkirin ku ev bersiv piştî wê yekê hat ku Supaya Pasdaran a Îranê di heyama du rojên borî de, bi rêya du êrîşên cuda û bi mûşekên balîstîk keştiyeke şer a Hêza Deryayî ya Amerîkayê kiribû armanc.

CENTCOMê tekez kir ku keştiya wan a şer bi serkeftî karîbû wan êrîşên Îranê pûç bike û ji metirsiyê rizgar bibe; her wiha hat ragihandin ku keştî bêyî ti rawestan di avên herêmê de li ser erkên xwe yên meydanî berdewam e.

Fermandariya Navendî her wiha piştrast kir, di encama êrîşên mûşekî yên Îranê de ti ziyan negihaye hêz û karmendên leşkerî yên Amerîkayê û ti serbazekî wan birîndar nebûye.