Mîrê Qeterê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdayetiya bilind a Dewleta Qeterê, ji ber koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, rêzepeyamên sersaxiyê arasteyî serkirdeyên Herêma Kurdistanê kir.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Cîgirê Mîr Ebdullah bin Hemed Al Sanî û herwiha Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, di peyamên cuda de hevxemî û sersaxiya xwe arasteyî her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.

Di peyama rêbertiya Qeterê de hat gotin: "Ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, em sersaxî û hevxemiya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Em ji Xwedayê Dilovan hêvîdar in ku rihê xwedêjêrazî bi bihuşta xwe şad bike û hedar û sebrê bide we hemûyan."

Serok Mesûd Barzanî roja 4ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê de koça dawî ya birayê mezin ê malbata xwe ragihandibû. Serok Barzanî dabû zanîn ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û wekî sembola dîndarî, xêrxwazî û pakiyê, kesayetiyekî pêşeng û mezin ê nav malbatê bû.

Roja Yekşemê, 6ê Îlona 2026an, bi amadebûna hejmareke mezin ya xelkê û berpirsên Kurdistanê, termê Ebdulwahîd Îbrahîm Barzanî li devera Barzan bi xakê hatibû spartin.