Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Xanûberan li Hewlêrê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlona 2026an, 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê vekir. 

Karên 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan: 

- Bo dema çar rojan, li Parka Samî Ebdulrehman birêve diçe. 

- Nêzîkî 300 kompaniyên navxweyî û cîhanî ji 12 welatên cuda beşdar in. 

- Ji aliyê kompaniya Invest Expo ve, bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Veberhênanê hatiye rêkxistin. 

- Pêşkêşkirina derfetên taybet û daxistinên taybet, livandina bazara xanûberan û hêsankarî bo niştecîhbûna malbatan. 

Datayên bazara xanûberan li Herêma Kurdistanê: 

- Zêdetir ji 70 hezar nivîsgehên xanûberan li Herêma Kurdistanê hene. 

- 7,500 nivîsgehên xanûberan tenê li bajarê Hewlêrê hene. 

- Rojane bi sedan danûstandinên kirîn û firotinê li wan nivîsgehan tên pêkanîn.