Bi beşdariya weşanxaneyên Kurdistanê, 10emîn pêşangeha pirtûkan li Sineyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 10emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Kurdistanê li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî fermî deriyên xwe li pêşberî hezkiriyên xwendinê vekir.

Di pêşangehê de 300 saziyên çap û weşanê yên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ligel 9 weşanxaneyên ji Herêma Kurdistanê amade ne. Ji weşanxaneyên Herêma Kurdistanê, 7 ji Silêmaniyê û 2 jî ji Hewlêrê beşdar bûne û hemû jî tenê pirtûkên bi zimanê kurdî pêşkêş dikin. Tevî ku hejmara weşanxaneyên kurdî li gorî yên farisî kêmtir e jî, welatiyan pêşwaziyeke gelekî berbiçav li pirtûkên kurdî kiriye.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Çand û Îrşada Îslamî ya Parêzgeha Sineyê Esxer Deryayî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Amadebûna weşanxaneyên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Sineyê, rehendeke taybet daye vê pêşangehê."

Deryayî herwiha aşkere kir, li perawîza pêşangehê çendîn bernameyên çandî hatine organîzekirin û got: "Her rojek ji bo danasîna dîrok, wêje û kultûra qezayeke parêzgehê hatiye terxankirin. Piştî nîvroyan jî ji aliyê zanîngehên parêzgeha Sineyê ve workşop û panelên zanistî tên lidarxistin."

Mihemed Merûf Îbrahîm ji Navenda Çap û Weşanê ya Tîşkê kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûnê nîşan da û got: "Em gelekî dilxweş in ku îsal di vê pêşangeha Sineyê de amade ne. Em hêvî dikin ev danûstandin û pêwendiya çandî ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hîn bêtir geş bibe û çalakiyên bi vî rengî berdewam bin."

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Weşanxaneya Tefsîrê ya Hewlêrê Rêbiwar Sineyî di derbarê berhemên xwe de anî ziman ku pirtûkên wan bi piranî mijarên olî, dîrokî, wêjeyî û dîwanên helbestvanan li xwe digirin.

10emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Kurdistanê li Sineyê, 20 hezar sernavên cuda û bi giştî nêzîkî 90 hezar bergên pirtûkan li xwe digire. Pêşangeh dê hefteyekê berdewam bike û rojane ji saet 08:00ê sibehê heta 20:00ê êvarê ji bo xelkê û pirtûkhezan vekirî be.