Emmar Hekîm: Komkirina çekan li Iraqê tenê bi danûstandinan dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Niştimanî ya Hîkmeyê Emmar Hekîm ragihand, ew piştgiriyê didin komkirina çekan di destê dewletê de, lê divê ev prose bi rêya danûstandinan bê encamdan, ne bi rêkarên din.
Emmar Hekîm îro 9ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re aşkere kir: "Komkirina çekan erkekî giran e û pêdiviya wê bi dem û pilaneke guncayî heye." Hekîm herwiha da zanîn, danûstandinên berfireh ligel komên çekdar birêve diçin û alî rijd in li ser wê yekê ku ev pêvajo li gorî bernameyeke dema mentiqî bimeşe.
Derbarê wan komên ku çekên xwe radest kirine de, rêberê Tevgera Hîkmeyê tekez kir ku divê pêngava wan bê xelatkirin û rê li ber wan bê vekirin ku beşdarî desthilatê û hikûmetê bibin. Hekîm diyar kir, di dema borî de ji bo rakirina astengiyên li pêşiya beşdarbûna hejmarek hêzan di nava hikûmetê de, hewldanên baş hatine dayîn.
Li aliyekî din, Emmar Hekîm bal kişand ser dema diyarkirî ya vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku biryar e di 30ê Îlonê de bi dawî bibe û got: "Piştî vê dîrokê, wekî Iraqiyan erkekî giran dikeve ser milê me ji bo rêkxistina navmala xwe."
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Tevgera Niştimanî ya Hîkmeyê hêvî xwast ku di qonaxa bê de kabîneya hikûmetê ya bi serokatiya Elî Zeydî bi temamî were pêkanîn.