Wezareta Perwerdeyê ji bo Kurdên dîasporayê korsa zimanê kurdî radigihîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya li gel Konfedrasyona Revenda Kurdistanî, 5emîn korsa fêrkirina zimanê kurdî bi awayê serhêl (online) ji bo zarok û welatiyên kurd ên li derveyî welat radigihîne ku dê bi awayekî bêpere birêve biçe.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xwendina Derveyî Welat a ser bi Wezareta Perwerdeyê ve, bi rêya Konfedrasyona Revenda Kurdistanî - Fedrasyona Ziman", tomarkirina navan ji bo korsa 5emîn dest pê kiriye û biryar e di 1ê Mijdarê 2026an de waneyên fermî dest pê bikin.
Waneyên vê korsê dê hefteyê rojekê, di rojên Yekşemê de bi awayê online bên pêşkêşkirin.
Taybetmendiyên sereke yên korsê:
- Bawernameya fermî: Beşdarbûyên xulê bawernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigirin.
- Mamosteyên jêhatî: Wane ji aliyê mamosteyên şareza û xwedî ezmûn ve tên dayîn.
- Pirzaravayî: Derfeta xwendinê bi zaravayên Soranî, Badînî û Kurmancî heye.
- Bêpere ye: Beşdarbûna di vê korsê de bi temamî bêberamber e û ti xerc ji fêrxwazan nayê wergirtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sala borî 3 hezar fêrxwaz ji temenên cuda beşdarî van kersan bûn û bawernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê bi dest xistin.
Wezareta Perwerdeyê tekez dike ku "zimanê kurdî nasnameya me ya neteweyî ye û zarokên kurd li dîasporayê heq dikin ku fêrî zimanê dayika xwe bibin. Hezkirî û dildarên zimanê şêrîn ê kurdî li her welat û bajarekî cîhanê dikarin bi rêya lînk û sepana (app) taybet a Fêdrasyona Ziman navê xwe tomar bikin."
[Lînka daxistina sepanê (App)]