Wezareta Plandananê ya Iraqê û şandeke Herêmê li ser projeyasaya budceyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Plandanînê ya Iraqê civiya. Mijara sereke ya hevdîtinê, budceya 2027an û şayisteyên darayî yên Herêmê bûn.
Cîgirê Wezîrê Plandananê yê Iraqê Dr. Mahîr Hemad Cohan îro 9ê Îlona 2026an, li Bexdayê pêşwazî li şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah kir.
Di civînê de bi hûrbînî behsa budceya veberhênanê ya sala dahatû (2027) hat kirin û dîtina rêkar û mekanîzmayên guncaw ên ji bo misogerkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de hat nirxandin.
Mijareke din a sereke ya civînê, gotûbêjkirina pişka darayî ya projeyên veberhênanê, budceya geşepêdana parêzgehan û terxankirinên pêwîst ji bo budceya karkirinê di çarçoveya budceya giştî ya sala 2027an de, bû.
Di vê hevdîtinê de, Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa, Rêveberê Giştî yê Bernameyên Veberhênanê yên Hikûmetê Tehsin Mesna û hejmarek ji nûner û şarezayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.