Serokê Herêma Kurdistanê pileyên 519 efserên asayîşê bilind kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî fermaneke herêmî ya taybet bi bilindkirina pileya 519 efseran li ser kadroya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro 9ê Îlona 2026an fermaneke herêmî bo bilindkirina pileya 519 efseran li ser kadroya Wezareta Navxwe - Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Navxweyî, îmze kir.
Li gorî daxuyaniyekê, ferman li ser bingehê Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û yasayên di kartkirinê de hat derxistin, ku tê de pileya efseran bo pileya şayeste ya xizmeta wan tê bilindkirin.
Hevdem hat destnîşankirin ku ev ferman ji îro ve, ku roja derçûna wê ye, dikeve warê cîbicîkirinê.