Mesrûr Barzanî: Tevî hemû astengiyan, Kurdistan di geşebûnê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Xanûberan li paytexta Herêma Kurdistanê vekir û tekez kir ku tevî hemû dijwarî û kêşeyên li herêmê, Kurdistan li ser pêşveçûn û geşebûnê berdewam e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlona 2026an li ser hejmara xwe ya fermî ya tora civakî ya "X"ê peyamek derbarê vekirina vê pêşangeha mezin a navdewletî li bajarê Hewlêrê de belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Min Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya ji bo Xanûber û Veberhênanê vekir ku tê de 300 kompaniyên navxweyî û navdewletî beşdar bûne."

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser berdewamiya proseya avedankirinê li Herêma Kurdistanê û got: "Tevî wan hemû astengiyên ku rûbirûyî navçeyê dibin, Kurdistan li ser geşbûn û pêşketina xwe berdewam e û deriyê wê ji bo pêşwazîkirina li veberhêneran her tim vekirî ye."