Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Mîrê Êzdiyan re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan kir, ji ber wexera dawiyê ya birazayê wî Harîwan Merwan Tehsîn Beg.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, peyameka sersaxiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan kir û tê de sersaxiyê ji wî û tevahiya malbata wî dike, ji ber wexera dawiyê ya birazayê wî Harîwan Merwan Tehsîn Beg.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Ji bo wexera dawiyê ya Xudêjêrazî Harîwan Merwan Tehsîn Beg, ez sersaxiyê li Mîrê Êzdiyan rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg û gişt malbata Xudêjêrazî re dixwazim û ez hevxemê wan im.
Xudayê mezin canê wî bi beheştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê