Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Cehfer Mihemed Bêbadî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameka hevxemî û sersaxiyê arasteyî malbata û kesûkarên xebatker, kesatiyê neteweperwer û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê, û helgirê Medalyaya Barzaniyê Nemir, Xudêjêrazî Cehfer Mihemed Bêbadî kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi xem û kovaneke mezin ve xebarê wexera dawiyê ya kesatiyê neteweperwer û xebatgêr û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê Medalyaya Barzanî, Xudêjêrazî Cehfer Mihemed Bêbadî gehişte me.
Bi vê helkefta xemgîn, ez hevxemiya xwe arasteyî xêzan û kesûkar û heval û dostên Xudêjêrazî Cehfer Mihemed Bêbadî dikim û ez xwe hevpişkê xema wan dizanim.
Em ji Xudayê Mezin dixwazin ku canê Xudêjêrazî bi beheşta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
9ê Îlona 2026ê