Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî dosyeya atomî ya Sûriyeyê bi fermî girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Parêzgeran a Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) biryara bidawîanîn û girtina dosyeya atomî ya Sûriyeyê pejirand, ev jî piştî ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê hevkariya temam pêşkêşî wê ajansê kir û rê da ku pişkinînker biçin nav gelek westgehên sereke yên atomî.

Li gorî daxuyaniyên du dîplomatan bo ajansa nûçeyan a Ajansa France Pressê, ev biryar bi yekdengiya endaman û bêyî penabirina bo dengdana fermî hate pejirandin. Ev pêngav jî bi temamî wan rêkaran bi dawî tîne yên ku ji sala 2011ê ve, ji ber pabendnebûna Sûriyeyê bi erkên wê yên navdewletî, li dijî wî welatî hatibûn destpêkirin. Herwesa wê civatê dilxweşiya xwe jî li hember vekirin û asta hevkariyê ya desthilatên nû yên Sûriyeyê jî diyar kir.

Di çarçoveya van bizavan de, meha borî tîma pişkinînkeran a Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî serdana du westgehan li nav axa Sûriyeyê kiribû; yek ji wan li sînorê parêzgeha Dêrazorê û ya dî jî li cihêkî neeşkerekirî bû, ku li ser daxwaz û rênîşandana desthilatdarên Sûriyeyê pişinînker bo hatibûn şandin.

Her li ser wan pişkinînan, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossî li roja Duşemê ragihand ku kargeheke atomî ya nîv-temamkirî li Dêrazorê hatiye dîtin. Bi gotina Grossî, ew kargeh di serdemê Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed de bi awayekî nihênî hatibû avakirin û şiyan hebûne ku wan cûnên madeyan berhem bîne yên ku di çêkirina çekên atomî de dihên bikarînan.