Tehran ji Washingtonê re: Ensarullah serbixwe ye û fermanan ji kesî wernagire

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, derbarê destwerdana Tehranê di dosyaya Yemenê de ragihand, Tevgera Ensarullah (Hûsî) aliyekî serbixwe ye û biryarên xwe bi xwe dide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 10ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de got: “Derewên Marco Rubio nikarin şûna rastiyan bigirin. Ensarullah tevgereke serbixwe ye û bi serê xwe biryarê dide; ne fermanê ji kesî werdigire û ne jî wekîlê ti aliyekî din e.”

Beqayî her wiha da zanîn ku çavkaniya nearamiya navçeyê, destwerdanên Amerîkayê ne û got: “Eger Amerîka bi rastî aştîxwaz be, gava wê ya herî hêsan ew e ku dest ji niyetên xerab berde û dawî li destwerdanên xwe yên têkder ên li navçeya me bîne.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, berdevkê Îranî tekezî li ser wê yekê kir ku aştî li Yemenê bi bombebarankirin û zextên derve nayê bidestxistin, belkî tenê bi riya diyalogeke dilpak û li gorî nexşerêyeke lihevkirî di navbera her du aliyan de pêk tê.