Xwendekar û mamoste li Qamişloyê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya hejmareke mezin a xelkê bajêr, mamoste û şagirtên zimanê kurdî li Goristana Şehîdan çalakiya mangirtinê lidar xist. Çalakvanan biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyeyê ya kêmkirina waneyên zimanê kurdî red kir û daxwaza perwerdeya fermî bi zimanê dayikê kirin.

Beşdarên çalakiyê bi hildana pênûs, pirtûkên kurdî û dirûşmên wekî “Zimanê kurdî sembola hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe”, tekezî li ser wê yekê kirin ku fêrbûna bi zimanê dayikê, mafekî rewa û gerdûnî ye. Herwiha gotin ku biryara veqetandina tenê sê demjimêran di hefteyekê de ji bo zimanê kurdî nayê qebûlkirin û têrê nake.

Welatiyê bi navê Selah Xelo derbarê vê biryarê de nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Zimanê kurdî bikin sê saet! Tiştekî wiha li dinyayê çênebûye. Em ne dewletek din in û ji dereke din nehatine ku zimanekî din li ser me ferz bikin. Em li ser axa xwe, li bajar û welatê xwe ne û mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Ji bo vî mafî me tenê di vê şoreşê de nêzîkî 20 hezar şehîd dane; pêwîst e ev maf bê naskirin û rêz lê bê girtin.”

Mamosteya zimanê kurdî Lorîn Şêxo jî bal kişand ser mafê perwerdeya neteweyî û got: “Daxwaza me mîna her kesî ew e ku em bi zimanê xwe bixwînin. Em ne dijî hînbûna zimanên din in, lê sê saet ji bo zimanê dayikê qet têrê nake. Mafê me yê herî rewa ye ku em wekî kurd li ser axa xwe û li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”

Şagirta bi navê Zozan Remo jî got: “Daxwaza me ew e ku perwerdeya me ya zimanê kurdî vegere. Em ji pola yekem ve bi zimanê kurdî dixwînin, eger niha li ser me bibe erebî em ê pir zehmetiyê bibînin. Em ji vir naçin heta ku zimanê me yê kurdî bi temamî vegere nav sîstema xwendinê.”

Ev çend roj in ku li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên bi vî rengî didomin. Çalakvan, mamoste û xwendekar daxwaz dikin ku mafê xwendina bi zimanê kurdî bikeve bin garantiyê û di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bi fermî were pesendkirin.