Gera nehem a vegera koçberên Şingalê: Zêdetirî 400 malbat vedigerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê, proseya tomarkirina navên aware û koçberên Şingalê ji bo vegera li ser mal û milkên wan di çarçoveya gera nehemîn de dest pê kir. Di vê gerê de dê zêdetirî 400 malbatên koçber vegerin Şingalê.

Berpirsa Dane û Zanyariyan li Rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê Warvîn Sebah îro 10ê Îlonê ji Kurdistan24ê re ragihand, deriyê tomarkirinê ji bo hemû niştecihên kampa vekirî ye û got: “Di heşt gerên berê de nêzîkî 23 hezar kes vegeriyane Şingalê û di vê gera nehemîn de jî tê çaverêkirin ku zêdetirî 400 malbatên din vegerin warê bav û kalên xwe.”

Warvîn Sebah tekez kir, vegera koçberan bi temamî li ser daxwaz û heza wan e û ti zext li ser wan nayê kirin; her wiha hemû hêsankariyên pêwîst jî ji aliyê aliyên peywendîdar ve ji bo wan tên dabînkirin.

Derbarê amarên herî dawî de, berpirsa koç û koçberan da zanîn ku tenê di sê rojên borî de 172 malbatan li Kampa Şariyayê navê xwe ji bo vegera li Şingalê tomar kirine.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê, heta niha 18 hezar malbatên koçber di nav kampan de û nêzîkî 37 hezar malbatên din jî li derveyî kampan li sînorê parêzgeha Dihokê dimînin.