Rêxistinên zimanê kurdî dixwazin hejmara mamosteyên kurdî were zêdekirin

Diyarbekir (K24) – Li aliyekê bi hezaran xwendekarên kurd waneya bijare ya zimanê kurdî dihilbijêrin, lê li aliyekê jî bi hijmareke gelek kêm mamosteyên kurdî tên tayînkirin. Rêxistinên zimanê kurdî bang li dewletê dikin ku li gorî rastiyê tevbigere û zêdetir mamosteyên kurdî werbigre û her wiha hişyarî bo partiyên siyasî jî tê dayîn ku li ser mijara perwerdehiya bi zimanê kurdî zêdetir xebatan bikin û derfeta waneya bijare ya zimanê kurdî heta dawiyê bi kar bînin.

Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî di pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de ji sala 2012an ve heye û bo poleka vê waneyê were vekirin, divê herî kêm 10 fêrxwaz serî lê bidin û di polen wek 5.6.7 û 8ê de ev wane tê dayîn. Heta niha jî di çarçoveya Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî de 200 mamoste hatine damezirandin û bi 10 hezaran xwendekaran bo vê waneyê serîlêdan kirine.
Rêxistinên zimanê kurdî jî balê dikêşin ku hem dema serîlêdanê de bo xwnedkaran astengî tên derxistin û hem jî hijmara mamosteyên kurdî jî gelek kêm in ku divê bi pêvajoya çareseriyê re jî girêdayî hijmara mamosteyên kurdî were zêdekirin.

Rêveberê Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî Mehmet Saît Ozturk ji K24ê re got: “Em ji Wezareta Perwerdehyê dixwazin ku pêvajoya çareseriyê jî berçav bigire û di warê tayînkirina mamsoteyên kurdî de hesasiyetê nîşan bide û ev yek dê pêşhatek baş be, bila zarokên me jî li ser daxwaza waneya bijare ya zimanê kurdî bi israr bin.”

Rêxistinên zimanê kurdî di warê bikaranîna derfetên fermî de jî rexneyan li siyasetmedarên kurd digirin dibêjin divê derfeta waneya bijare ya zimanê kurdî bi awayeke bibandor were bikaranîn û wek destkeftiyekê divê xwedî lê were derketin.

Serokê Platforma Zimanê Kurdî Şerfxan Cizîrî dibêje: “Mafên heyîn divê werin bikaranîn eger em li ser waneya bijare ya zimanê kurd baş rawestibuna dê bi milyonan zarokan ev wane hilbijarta û bi hezaran mamoste bihatana tayînkirin, partiya girseyî ya bakur dijî waneya bijare derket lê li Rojava bi waneya bijare qane bu, ev şaş e, pêwîst bu serî de xwedî lê derketa.”

Li gorî daneyên Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî serdema 2025-2026an de 87 hezar xwendkaran serî li waneya bijare ya zimanê kurdî dane û tenê 37 hezar serîlêdan ketine meriyete û 50 hezar serîlêdan bi sedema neyîna mamsoteyan hatine betalkirin ku ji ber vê yekê zêdekirina tayînkirina mamosteyên kurdî gînring tê dîtin.”