Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê: Xwendekarekî kurd li Çînê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Komara Gel a Çînê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, xwendekarê asta doktorayê yê kurd Mihemed Seideddîn Hadî li Çînê di bûyereke xeniqînê de jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Konsulxaneya Çînê îro 10ê Îlona 2026an da zanîn, derengiya şeva 8ê Îlonê ew agahdar bûne ku xwendekarê doktorayê li Zanîngeha Oceanê ya Çînê Mihemed Seideddîn Hadî, ji ber bûyereke xeniqînê canê xwe ji dest daye. Konsulxaneyê xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata xwendekar kir.
Konsulxaneya Giştî ya Çînê tekez kir, ew giringiyeke zêde didin vê mijarê û ji bo bidestxistina hûrgiliyên zêdetir, yekser pêwendî bi aliyên pêwendîdar ên li Çînê re kirine.
Li gorî zanyariyan, ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên herêmî û rêveberiya zanîngehê ve tîmeke taybet hatiye avakirin, da ku li gorî yasa û rêkarên fermî lêkolîneke hûr li ser sedema rûdanê bike. Herwiha aliyên pêwendîdar ên Çînê li ser vê dosyeyê ligel Balyozxaneya Iraqê ya li Beijing, di pêwendiyeke berdewam de ne ê.
Konsulxaneya Çînê diyar kir, piştî temambûna lêkolînan dê agahiyên zêdetir bi raya giştî re bên parvekirin. Di heman demê de, bang li saziyên medyayê kir ku di dema proseya lêkolînê de, rêzê li hest û mafê taybet ê malbata koçkirî bigirin û xwe ji belavkirina şîrove û nûçeyên bêbingeh biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Konsulxaneya Giştî ya Çînê amade ye hemû hêsankarî û alîkariyên mirovî yên pêwîst pêşkêşî malbata Mihemed Seideddîn Hadî bike, da ku karibin serdana Çînê bikin û karûbarên pêwîst bicih bînin.