Hakan Fîdan serdana Diyarbekirê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo pêkanîna hejmarek hevdîtin û serdanan, sibe Înê serdana Diyarbekirê dike.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Diyarbekirê Hamit Sumer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) serdana Fîdan ragihand û da zanîn, Fîdan dê roja Înê, 11ê Îlonê, bigihîje bajêr û tevlî çendîn bernameyan bibe.

Sumer di peyama xwe de wiha got: ““Beriya serdana Wezîrê Karên Derve birêz Hakan Fîdan a roja Înê, em bi serokên şaredarî û navçeyên xwe re civiyan. Me li ser mijarên herî girîng ên têkildarî bajar û welatê xwe axivî û nêrînên xwe parve kirin. Em di nava yekîtiyê de, bi heman kelecan û biryardariyê xebatên xwe didomînin.”