Eyuphan Kaya: Çekdanîn û pirsa Kurd û Kurdistanê ji hev cuda ne

Diyarbekir (K24) – Yasaya pêvajoyê ji parlementoya Tirkiyeyê derbas bû û niha civak mereq dike ku gelo dê yasa çawa were cîbicîkirin. Siyasetmedar vê mijarê de dibêjin ji aliyê cîbicîkirinê ve tevliheviyek heye û divê bi awayekî aşkere were vegotin ku dê yasa çawa were cîbicîkirin, kurdên nav AK Partiyê jî dibêjin ew çareseriya pirsa kurd û çekdanîna PKKê ji hev cuda dibînin.

Yasaya Pêvajoyê ya bo çekdanîna PKKê hatî amadekirin di 18ê tebaxê de bi piştgiriyeke girîng ji parlementoya Tirkiyeyê derbas bû, lê hîn jî di warê cîbicîkirinê de gavek nehatiye avêtin ku yasa ji aliyê hiquqî ve ketiye meriyetê, lê ji aliyê cîbicîkirinê ve pêdivî bi biryara Encumena Ewlekariya Neteweyî heye. Parlementerên DemPartiyê jî balê dikêşin ku derbarê rêbaza cîbicîkirina yasaya pêvajoyê de ji wan re zanyariyên zelal nehatine parvekirin.

Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çiftyurek ji K24ê re got: “Xuya ye di warê danîna çekan û cîbicîkirina yasaya pêvajoyê de navbera dewlet û PKKê de nakokî hene, rêveberên PKKê dema çekan danin wê herin kuderê hîn jî nediyar e, divê ev yek were zelalkirin.”

Kurdên nav Ak Partiyê jî dibêjin, ji destpêka pêvajoyê ve bi baldarî gav tên avêtin û pêvajo ji provakasyonan tê parastin lê ew jî di wê nêrînê de ne ku pirsa kurd tenê bi danîna çekan çareser nabe û divê lihevkirineke berfireh a civakî hebe.

Rêveberê AK Partiyê yê Sûrê Eyuphan Kaya dibêje: “Pêvajo baş dimeşe, wê xort vegerin cem dê û bavên xwe, ev tiştekî bixêr e lê dive danîna çekan û mafê kurdan bi hev re neyên girêdan, divê mafê kurdan nava parlementoyê de bi awayeke mirovî û îslamî were nasîn.”

Parlementerên Dem Partî dibêjin warê cîbicîkirina yasayê de hîn jî nexşerêyek zelal derneketiye holê, kurdên nav Ak Partiyê jî dibêjin çekdanîn bi PKKê re pirsa kurd bi hemû aliyên kurd re tê çareserkirin.”