Serok Barzanî pêşwazî li Heybet Helbûsî kir

Serok Barzanî û Heybet Helbûsî
Serok Barzanî û Heybet Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Heybet Helbûsî û şanda pê re kir, û di wê civînê de tekez li ser pabendbûna bi destûrê û parastina aramiya Îraq û deverê hate kirin.

Baregayê Barzanî îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, ragihand ku li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Heybet Helbûsî û şanda pê re kir, ku ji serokên fraksyonên nav Encûmena Nûneran pêk hatibû.

Baregayê Barzanî bal kişand ser hindê jî ku di destpêka wê hevdîtinê de, şanda mêvan bi merema sersaxiyê serdana Serok Barzanî kiribû, û ji ber koça dawî ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî hevxemiya xwe ya mezin bo Serok Barzanî diyar kir.

Herwesa danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û gef û astengiyên li beranberî Îraqê di qonaxa bê de jî hatin kirin, herwesa her du aliyan ronahî berda ser kar û erkên parlamentoyê û kutleyên siyasî bo pêşveçûna proseya siyasî.

Di pareke dî ya wê hevdîtinê de jî, her du aliyan tekez li ser giringiya pabendbûna bi destûrê û piştgirîkirina Hikûmeta Îraqa Federal û saziyên dî yên dewletê kir, ji bo parastina aramiyê li seranserî welatî.

Baregayê Barzanî ragihand jî ku tekez li ser berqerarkirina peywendiyên dostane û hevseng ên ligel dewletên cîran, tevî bihêzkirina bizavan ji bo dijatîkirin û binbirkirina gendeliyê û bazirganiya madeyên hişbir li hemî Îraqê jî hate kirin.