Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê bi serokatiya serokê wê encûmenê kir; di wê civînê de tekez li ser giringiya parastina aramiya Îraqê û misogerkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di budceya sala 2027ê de hate kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir. Di wê hevdîtinê de, Serokê Encûmena Nûneran li ser navê wê şandê hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Barzanî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir û sersaxî ji wî re xwest.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî, aramî û cîgirya Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Herwesa eynî dîtinê li ser zêdetir pêşxistina harîkarî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de bo derbazbûna ji asteng û berbestên cihêreng, bi taybetî jî rewşa ewlehî û aborî ya niha ya Îraqê, hebû.

Her du aliyan tekez li ser giringiya piştgirîkirina Hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Elî Zeydî bo baştirkirina rewşa darayî û xizmetkirina hemî welatî û pêkhateyan bêyî cudahî kir, û herwesa çareserkirina arêşeyên ligel Herêma Kurdistanê li ser bingehê destûrî û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Di pareke dî ya wê civînê de, danûstandin li ser amadekariyên danana reşnivîsa projeqanûna budceya federal bo sala 2027ê hatin kirin. Di vî warî de, Serokê Encûmena Nûneran piştrastî da ku budce dê bi rengekê dadperwerane bête amadekirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemî pêkhateyan dê parastî bin.