PDK di salvegera Şoreşa Îlonê de hevhelwestiya aliyên siyasî tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta derbazbûna 65 salan li ser serhildana Şoreşa Îlonê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tekez li ser xurtkirina hevahengî û hevhelwestiya navbera hemî partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, bo çareserkirina arêşeyan û parastina qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, di peyamekê de ragihand: “Şoreşa Îlonê tevgera rizgariya gelê me derbazî qonaxeke siyasî ya pêşkevtîtir kir û bû bingeha bicihhatina gelek destkeftiyên dîrokî, di serî de jî Lihevkirina 11ê Adara 1970ê, Serhildana gelê Kurdistanê û avakirina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê.”
Mekteba Siyasî ya PDKê bal kişand ser hindê jî ku serhildana Şoreşa Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir û pêşengiya PDKê di 11ê Îlona 1961ê de bandoreke biryardar li ser çarenivîsa siyasî ya bizava rizgariya gelê Kurd hebû û bi peyameka heqîxwazane selimand ku îrade û morala pûlayîn a gelê me ji bin naçin û pêxemetî bidcestxistina armancên rewa li beranberî tu pilangêriyan destan danahêle û doza xwe bernade.
Di pareke dî ya wê peyamê de hatiye ku yek ji bingehên bêwêne yên Şoreşa Îlonê rengvedana civaka piralî ya Kurdistanê bû; şoreşê karî hemî tixûbên herêmî, olî û mezhebî rake û tevahiya gelê Kurdistanê di çarçoveya hêzeka berhelistkar a yekgirtî de li dijî dîktatatorî û stemkaran bike yek, da ku di meydana siyasî ya navxweyî û cîhanî de wekî hêzeka bibandor û xwedî biryar rola xwe ya hejî bilîze.
Mekteba Siyasî ya PDKê tekez jî kir ku vê bîranînê wekî derfet dibînin, ji bo israra li ser hevahengî û hevhelwestiya navbera hemî partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo çareserkirina arêşeyan û parastina qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî.
Di dawiya wê peyamê de, tevî şandina silavan bo canê paqij ê Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem zindî û tewandna serê rêzê ji bo hemî şehîdên Kurdistanê û hêza Pêşmergeyan, Mekteba Siyasî ya PDKê peymana xwe bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê tekez kir, ku dê li ser rêbaza Barzanî berdewam bin heta bicihhatina tevahiya armancên bilind ên gelê Kurdistanê.