Dihok: Berhemê simaqê gihîşt nêzîkî 10 hezar tonan
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê zanyarên girêdayî berhemanîna simaqê li sînorê parêzgeha Dihokê eşkere kirin û ragihand ku simaq ji bo devera wan wekî "zêrê sor" e û çavkaniyeke giring a dahatê ye bo bi sedan malbatên cotkar. Tê pêşbînîkirin jî ku berhemê îsal bigehe nêzîkî 10 hezar tonan.
Rêvebirê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê Ehmed Cemîl îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê got: “Rûberê erdê çandî bi darên simaqê li sînorê parêzgehê gihîştiye nêzîkî 13 hezar û 500 doniman û salane ev rûber ber bi zêdebûnê ve diçe.”
Rêvebirê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê herwesa bal kişand ser hindê jî ku pişka herî zêde ya vî berhemî (nêzîkî 80% ji tevahiya berhemê parêzgehê) li sînorê qezaya Akrê tê berhemanîn.
Di derheqa cûn û bihayên simaqê li sûkan de, Ehmed Cemîl got: “Sê cûnên sereke yên simaqê li deverê hene, ku sor, bolîkî û spî ne. Herwesa got: “Li nav zeviyan û li ba cotkaran, bihayê her kîloyeke simaqa sor di navbera 9 heta 12 hezar dînaran de ye, cûnê bolîkî di navbera 9 heta 14 hezar dînaran de tê firotin, herwesa simaqa spî jî bihayê wê bo her kîloyekê di navbera 12 heta 16 hezar dînaran de ye.”
Di derheqa hinardekirina simaqê bo dervayî welat de, Rêvebirê Çandiniya Dihokê ragihand ku par nêzîkî hezar û 600 tonên simaqê bo Tirkiyeyê hatibûn hinardekirin, îsal jî heta niha 55 ton bi rêya du baran hatine hinardekirin, lê ji ber bilindbûna bihayê wê di sûkên navxweyî de, niha proseya hinardekirinê bi rengekê demkî hatiye rawestan.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ehmed Cemîl tekez kir ku ji ber cihê xwe yê aborî yê bihêz di kertê çandiniyê de, simaq bûye yek ji giringtirîn berhemên xwemalî û niha navê "zêrê sor" ê Dihokê jê re tê gotin.