Hesekê: Tora tawanê hat eşkerekirin û gumanbarê sereke yê kuştina welatiyekî hat diyarkirin

Samî Şêxmûs Heso (Sîpan)
Samî Şêxmûs Heso (Sîpan)

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Parêzgeha Hesekê ragihand ku piştî şopandineka berfireh bo dosyeya revandin û kuştina welatiyê bi navê Samî Şêxmûs Heso, ku wekî "Sîpan" dihat nasîn, termê wî hat dîtin û nasnameya gumanbarê sereke yê wê bûyerê jî hat eşkerekirin.

Li gorî ragihandineke fermî ya Fermandariya Asayîşa Hesekê, li ser bingehê zanyarên hewalgirî û parçeyên vîdyoyan ên dema revandina wî welatîyî, tîmên delîlên tawanan û erkên taybet ên girêdayî Rêveberiya Asayîşa Serê Kaniyê çûne cihê wê bûyerê, ji bo lêkolîn û şopandina pêdivî.

Asayîşa Hesekê ron jî kir ku piştî berfirehkirina operasyona lêgeriyanê û pişknîna meydanî, termê Heso li nêzîkî gundê Heloyê hat dîtin. Di pişknînên destpêkê de jî derket ku bi çend guleyan ji nêzîk ve hatiye gulebarankirin û her li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di wê ragihandinê de hatiye ku bi rêya delîlên ku hatine civandin û encamên lêkolînên destpêkê, hêzên ewlekariyê karîne nasnameya gumanbarê sereke yê bi navê M. E. diyar bikin.

Herwesa tîmên peywendîdar di operasyoneke berfireh de li ser lêgeriyan û şopandina ji bo desteserkirina tawanbarî berdewam in, da ku piştî temambûna rêkarên qanûnî wî bidin dadgeha taybetmend.