Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de daxwaza yekdengî û parastina destkeftiyan dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekez li ser yekdengî û hevahengiya hêz û aliyên Kurdistanî kir, ji bo parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pêncşemê 11ê Îlona 2026ê, peyamek bi helkefta salvegera 65ê ya Şoreşa Îlonê belav kir û tê de ragihand: "Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê ya Mezin de, bi rêberiya rêberê me yê neteweyî cenabê Barzaniyekî Nemir, bi rêz û hurmeteka mezin ve em hemî Pêşmerge, xebatkar, têkoşer û gişt pişkdarên vê şoreşa cemawerî û seranserî ya Kurdistanê dikin, ku hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê tevlî wê bûn."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser destkeftiyên wê şoreşê jî û diyar kir ku gelek destkeftiyên dîrokî hatine bidestxistin, ku giringtirîna wan neçarkirina rejîma Îraqê bû, ku di çarçoveya Lihevkirina 11ê Adara 1970ê de îtîraf bi mafên gelê Kurdistanê bike.

Di berdewamiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî tekez li ser yekdengiya aliyan kir û got: "Di vê bîranînê de, em tekezê li ser yekdengî û hevhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî pêxemetî parastin û pêşxistina zêdetir a qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî dikin."

Di dawiya peyama xwe de jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û silav bo canê paqij ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemî şehîdên Kurdistanê şandin.