Fuad Husên pêşwazî li balyozê nû yê Fransayê li Îraqê kir

Fuad Husên û Alexandre Garcia
Fuad Husên û Alexandre Garcia

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên pêşwazî li balyozê nû yê Fransayê li Îraqê kir, û di wê hevdîtinê de peywendiyên dualî yên navbera her du welatan hatin nîqaşkirin û her du aliyan tekez li ser baştirkirina peywendiyên navbera xwe kir.

Li gorî ragihandineke Nivîsîngeha Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Îraqê, Wezîrê Derve Fuad Husên pêşwazî li Balyozê nû yê Fransayê li Îraqê Alexandre Garcia kir û nameya wî ya destpêkirina karî ji wî wergirt.

Her di wê civînê de, Wezîrê Derve pesna astê peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Fransayê kir û tekez li ser giringiya berdewamiya bizavan ji bo pêşxistina van peywendiyan ber bi asoyên berfirehtir kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan û gelên dost bike.

Fuad Husên giringî da bihêzkirina hevkariyê di warên siyasî, aborî û çandî de, herwesa pêşxistina alîkariya hevpar di wan pirsan de yên ku ji bo her du aliyan giring in, wekî faktoreke bibandor ji bo zêdetir pêşxistina rêya peywendiyên navbera her du welatan zanî.

Balyozê nû yê Fransayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser dilgermiya welatê xwe bo xurtkirina peywendiyan li gel Îraqê û karkirinê pêxemetî pêşxistina warên alîkariya hevpar de kir. 

Alexandre Garcia herwesa astê peywendiyên dîrokî yên navbera Parîs û Bexdayê jî bilind nirxand û amadehiya Fransayê bo berdewamkirina pişgtiriya bizavên pêşxistina hevpariya dualî ber bi bicihanîna berjewendiyên hevpar ve tekez kir.