Parêzgarê Hesekê kuştina "Samî Şêxmûs Hiso" bi tundî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hesekê di peyamekê de bi tundî kuştina Samî Şêxmûs Hiso şermezar kir, û ragihand ku dezgehên ewlehî û dadweriyê hatine spartin daku di zûtirîn dem de bikerên wê tawanê bigirin û radestî dadgehê bikin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro Înê, 11ê Îlona 2026ê, di peyamekê de ragihand: "Bi xem û kovareke kûr ve, em bi tundtirîn awa wê tawana çepel a bûye sedema kuştina Samî Şêxmûs Hiso şermezar dikin; bûyereke nehejî ye û bi temamî dijî bihayên mirovî, exlaqî û qanûnî ye, herwesa destdirêjî ye bo ser ewlehiya civakê û pîroziya jiyana welatiyan."
Parêzgarê Hesekê tevî diyarkirina hevxemî û sersaxiyê bo malbat û kesûkarên qurbanî, tekez jî kir: "Xwîna hemî gelê parêzgehê û welatiyan parastî ye, parastina ewlehiyê û canê wan berpirsiyariya dewletê ye û bi ti awayan cihê xemsariyê tê de nabe."
Di pareka din a wê ragihandinê de hatiye ku rênimayiyên pêdivî bi dezgehên ewlehiyê û desthilata dadweriyê hatine dan, da ku bi lez vê dosyeyê bişopînin û tawanbaran û her kesekî ku têkel bûye bigirin, da ku li dadgehê cezayê xwe yê dadperwerane werbigirin.
Parêzgarê Hesekê tekez li ser wê yekê jî kir ku dewlet li ser çespandina ewlehî û tenahiyê cidî ye, û rê bi ti kes an aliyekî nayê dan ku lîstikê bi aramiya welatiyan bike an gefê li ser aştiya civakî çê bike; serweriya qanûnê jî dê di cezakirina her kesekî de, ku tawanan li beranberî şêniyên wê parêzgehê bike, biryarderê sereke be.